H’emû nûçeSereke

Ermenîstan çi pêşnîyarî Adirbêcanê û Tirkîyayê dike /xerîte/

Nîkol Paşînyanê serokwezîr bi înîsîyatîva dasekinandina rêyên herêmîda pêşda hatîye û ew yek çawa “Xaçerêya aşîtîyê” nav kirîye.Radar Armnîyayê ew yek, çi ku hukumata Ermenîstanê pêşnîyar kirîye, raber dike.

Ermenîstan pêşnîyarî cînarên xwe dike:

. Hemû sîstêm, nava wanda rê, rîya hesinî, lûla gazê, xetên ênêîrgîya êlêktrîkî û xetên mayîn dikevine bin kontrola wan welata, nava kîjanara ew derbaz dibin.

. Her welatek kontrola wan sîstêma, yên ku navra derbaz dibin, mîyaser dike û garantîya wlehkarîyê dide, nava wanda derbazbûna avtomaşîna, bara û meriva.

. Hemû sîstêm dikarin bona pêwandîyên navneteweyî û hundur bêne xebitandinê.

. Welat dikarin van sîstêma li gorî prînsîpên wekehevtîyê bidine xebatê. Nava hemtêksta van prînsîpada kontrola sînora û gumirikê dikare li ser hîmê pevketinê û qayîlîyê bê mîyaserkirinê.

Bona rêyên avtomaşîna wê hevt dergehên sînor bêne sazkirinê: pênc tevî Adirbêcanê, dudu jî tevî Tirkîyayê.

. Kayan

. Sotk

. Li ber Karahûncê

. Yêrasx

. Li ber Angêxakotê

. Axûrîk

. Margara

Bona sîstêmên rîya hesinî pênc dergehên sînor wê bêne sazkirinê: çar tevî Adirbêcanê, yek jî tevî Tirkîyayê.

. Nirnazor

. Agarak

. Yêrasx

. Kayan

. Axûrîk

Rîya hesinî ya Kayan û Hrazdanê, ya 80 kîlomêtrê / li ser xerîtê/ gerekê bighîje tora rîya hesinî, ya ji Hrazdanê berbi Yêrêvanê, paşê ji Axûrîkê berbi Yêrasxê. Li vir jî pêwîstîya xebatên dasekinandinê heye: ji Yêrasxê berbi Nexîcêvanê kîlomêtreke, ji Gumirîyê berbi Tirkîyayê şeş kîlomêtre. Bi saya vê yekê jî mecalê hebe ji Qersê hetanî Tibîlîsîyê rêyeke hesinîye başqe hebe.

Rîya hesinîye mayîn Adirbêcanê Nexçêvanêva dide girêdanê: li başûr ji Nirnazorê hetanî Agarakê 43 kîlomêtre. Li vir jî pêwîstîya dasekinandina sîstêmê heye.

Ji rêyên avtomşaîna ya ewlin ji Kayanê hetanî Yêrêvanê, ji Yêrêvanê hetanî Margarayê û usa jî ji Kayanê hetanî Axûrîkê mecal çê dibe ji Adirbêcanê bi avtomaşînê Margarayê û Axûrîkêva bighîjine Tirkîyayê. Ev rê jî dighîje rîya Ermenîstanê, Gurcistanê û Îranê.

Rê usa jî ji beşa Sotkê têra tê dîtinê, kîderêva mecalê hebe bighîjine rîya bakûr-başûr û herine Yêrasxê û bikevine Nexçêvanê.

Rîya avtomaşînaye sêem dikare Adirbêcanê Tirkîyayêva bide girêdanê û ew dikare ji Karahûncê  destpêbe û bighîje Angêxakotê, ji wir jî here Nexçêvanê.

Zêdetir nîşan bide
Herwiha kontr’ol bike
Close
Back to top button