H’emû nûçeSereke

Nava pirsa mîyaserkirina projeya “Xaçerêya aşîtîyê” Yekîtîya Avropayê piştgira Ermenîstanêye: serokkomarê Ermenîstanê

Serokkomarê Ermenîstanê Vahagin Xaçatûryan difikire wekî piştî hinek wede nava pirsa mîyaserkirina projeya “Xaçerêya aşîtîyê” piştgirên Ermenîstanê wê hebin. Derheqa wê yekêda ewî wextê hevpeyvîna tevî “Armênprêss” ê gotîye.

“Ez difikirim, wekî piştî hinek wede usa jî piştgirên me wê hebin, yên ku wê bixwezin emekê xwe bikine nava mîyaserkirina wê bernamê û beşdarî wêbin”,- serokkomar gotîye.

Ewî daye dîyarkirinê, wekî nava pirsa “Xaçerêya aşîtîyê” da niha jî piştgira Ermenîstanê heye û gilî derheqa Yekîtîya Avropayêdane. “Ez dikarim bêjim wekî ew amadene, lê ji alîyê pêşezanîyêda xebat tên kirinê”,- serokkomar gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button