SerekeSîyasî

Kurdistanê bona êrîşa rezedilvana cabdarî danîye ser Îraqê

Ajansa antîtêtorê, ya Kurdistanê elam kirîye, wekî êvara înîyê ji alîyê rezedilvanên ku ji alîyê Îranêda tên piştgirtinê, êrîş hatîye ser avayîkî sîvîl, yê li  Hewlêrê û rûyê yekêda zîyana mêtarîyalî heye.

Ev yek piştî çend seheta qewimîye, dema ku rezedilvana êrîş birine ser baylozxana Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî û merkeza Bexdayêye cesûsî.

Encûmana Kurdistanêye ewlehkarîyê derheqa êrîşa dironêda îzbat kirîye û daye dîyarkirinê, wekî hukumata fêdêral bona wê yekê cabdare ku îzina xirabkarîyên wî cûreyî nede.

Hatîye ragîhandinê, wekî nava encamên wê êrîşêda tu kes zîyanê neketîye, lê zîyana matêrîyalî gihîştîye avayî.

Zêdetir nîşan bide
Herwiha kontr’ol bike
Close
Back to top button