H’emû nûçeSereke

Ararat Mîrzoyan projeya “Xaçerêya aşîtîyê” raberî wezîrên  Yekîtîya Avropayêye karên der kirîye

Li civîna bi formata wezîrên  Yekîtîya Avropayêye karên der, wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan bernamên heyî, yên  Ermenîstan-Yektîya Avropayê, gavên ku ji bo berfirehkirin û kûrkirina zêdetir tên armanckirin, raber kir. Bi ragîhandina “Armênpress” ê, derheqa wê yekêda wezîreta  Ermenîstanêye karên der  peyamek weşand.

Wezîrê Ermenîstanêyî karên der li Ermenîstanê  pêşveçûn û destanîn, rêformên dêmokratîk raber kirin.

Wezîrê Ermenîstanêyî karên wiha amaje bi rojeva  Ermenîstan-Yektîya  Avropayê di warên aborî û warên dinda kir, ji wan jî berfirehkirina destpêşxerîyên navçeyî û potênsîyala beşdarbûna Ermenîstanê û kabloya êlêktrîkê ya Behra Reş.

Bi berdewamîya mijarên girîng yên li herêmê, serokê desteya sîyasîya  der ya Ermenîstanê hewlên ji bo pêkanîna aştîyê li navçeyê, pêvajoya asayîkirina pêwandîyan bi Adirbêcanêra û nêzîkatîyên sereke yên ji bo reşnivîsa peymana aştîyê raber kirin.

Ararat Mîrzoyan amaje bi bernameya “Xaçerêya aşîtiyê” ya ku ji aliyê hukûmeta Ermenîstanêda hatiye amadekirin, pêkhateyên wê yên takekesî û bal kişand ser girîngiya bernameyê ne tenê ji bo Başûrê Qafqasîyayê, ji bo herêmê berfirehtir jî.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button