H’emû nûçeSereke

Peymana aşîtîyê hema derheqa wê yekêdane ku rêvanş tunebin: Gêvorg Papoyan

Serokê komîsîya parlamêntê, ya pirsên fînansekirinê û byûcêtê Gêvorg Paponyan derheqa wan elametîyên Adirbêcanêda xeberdaye wekî bona morkirina peymanê garantîya gerekê hebin  ku rêvanş tunebin.Derheqa wê  yekêda Papoyan wextê qisa tevî rojnamevana gotîye û ew elametî çawa yên ne nêzîkî aqila hesab kirîye.

“Ez difikirim, wekî peymana aşîtîyê hema wê yekêdane ku rêvanş tunebin. Heger rêvanş hebe, wî çaxî peymana aşîtîyê îdî bona çiye.

Em gerekê fem bikin, wekî heger dixwezin ku Komara Ermenîstanê qewînbe û dewleta qewîn û aşîtîya wededirêj hebe, serbestî hebe, wî çaxî ew rê bi rîya dîyaloga tevî cînara derbaz dibe û peymana aşîtîyê çiqasî bona wan pêwîste, ewqasî jî bona me pêwîste”,-Papoyan gotîye.

Parlamêntvan peymana aşîtîyê çawa întêgrasîya, pêşkeftina pêwandîyên êkonomîkî, gulvedanê û bilindbûna dereca jîyînê, ya li Qafqasîya Başûr tîne ber çevê xwe.

“Bi fikira me aşîtî ne rêvanşîzme”,-Papoyan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button