H’emû nûçeSereke

Îranê qayîlnivîsara derheqa zona kirîn-frotana aza, ya tevî  Yekîtîya Avrasîyayêye Êkonomîkî îmzeke û wê  ji Ermenîstanê xebatê destpêke

Dawîya vê mehê Îran û Yekîtîya Avrasîyayêye Êkonomîkî wê qayîlnivîsara derheqa zona kirîn-frotanêye azada îmzekin. Derheqa wê yekêda cîgirê wezîrê Îranêyî pirsên êkonomîkî Mehdî Seferî gotîye.

“Qayîlnivîsar wê 25 ê kanûnê li bajarê Rûsîyayêyî Sankt Pêtêrbûrgê bê îmzekirinê”,-Seferî gotîye.

Cîgirê wezîr usa jî daye dîyarkirinê,wekî ew xebat wê ji Ermenîstanê destpêbin.Xêncî wê yekê Têhran hêvîdare wekî qayîlnivîsara kirîn-frotana tevî Rûsîyayê û Bêlarûsê bide berfirehkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button