H’emû nûçeSereke

Guhartina cîhên hevdîtina diqewime ji alîyê Adirbêcanêda stratêcîye :Xandanyan

Ermenîstan hevraxeberdanên aşîtîyêye tevî Adirbêcanê nava wê formatêda qebûl dike, li kîderê ew hevraxeberdan destpê bûne.Derheqa wê yekêda serokê komîsîya parlamêntê, ya pêwandîyên der Sargîs Xandanyan gotîye, dema ku ewî derheqa  elametîya alîyê rûsa xeberdaye, wekî ji alîyê Rûsîyayêda pêşnîyara hevraxeberdana tê kirinê, Bekû qayîlîya xwe dide, lê Yêrêvan na.

“Alîyê ermenî bona hevraxeberdana her dem amadeye.Mixabin, nava mehên dawîda em dibînin,wekî Adirbêcan ji hevraxberdana xwe dûr digre û beşdar nabe.Hêvîdarîya me ewe, ku bikaribin Adirbêcanê bînin dora sivira hevraxeberdana”,-Xandanyan gotîye.

Xandanyan ne ku format û cûrê hevraxeberdana girîng hesab kirîye, lê fikira wan.

“Fikirdarîya hevraxeberdana hatîye sazkirinê, ya ku gerekê berdewambe. Diqewime guhartina cîh û formata hevraxeberdana ji alîyê Adirbêcanêda stratêcîye ku ew ji wê yekê xwe dûr bixe.Eve menî wekî em dixwezin fikirdarîya hevraxeberdana berdewambe.Nava vê formatêda em kardarîyê dibînin. Em dixwezin xeberdana destpêkirî li wir berdewamkin, li kîderê me ew destpê kirîye”,- parlamêntvan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button