H’emû nûçe

Qewilên baş bona kompanîyayên ermenîye avîyasîyon: Ermenîstanê û Rûsîyayê qayîlîya girîng dest anîne

Di navbera Ermenîstanê û Rûsîyayêda pevketina girîng derheqa firegeha û aêronavîgasîyayêda hatîye destanînê.

Li gorî ragîhandina “Armênprêss” ê, wextê qisa tevî rojnamevana, cîgirê serokwezîrê Rûsîyayê Alêksêy Ovêrçûk derheqa wê yekêda elam kirîye û encamên civîna hevkarîya di navbera hukumatada, gotîye.

“Derheqa bahê firegeha û aêronavîgasîyayêda qayîlîya girîng hatîye destanînê. Bi saya wê yekê bona kompanîyayên ermenîye avîsayasîyon, qewilên baş wê bêne çareserkirinê û ewê bona pêşkeftina tûrîzmê bibe bingeheke baş. Li gorî melûmetîyên me, seredanên tûrîstaye di navbera herdu welatada bi aktîvî zêde dibin”,- Ovêrçûk gotîye.

Bi gotina wî, binelîyên Rûsîyayê hewaskarîya mezin hindava dîrok û çanda Ermenîstanê didine kifşê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button