Koma leşkerî, ya şihîyaye li Îraqê, ya bi navê “Berxudana îslamî” cabdarîya êrîşa bi dironê, ya li ser baregeha amêrîkîye li bakûr-rojhilatê Sûrîyayê hildaye ser xwe.Ji destpêka konflîkta di navbera Îsrayêlê û HAMAS ê da komên ku ji alîyê Îranêda tên piştgirtinê, cabdarîyên ji 70 ê yî zêdetir êrîşên ser baregehên amêrîkî, yên li Sûrîyayê û Îraqê hildane ser xwe.
Nenihêrî wê yekê, wekî ji alîyê Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyîda ew êrîş gelek cara hatine gunehkarkirinê û bangî desthilatdarîya Îraqê kirine ku pêşîya wan êrîşa bê girtinê, êrîş dîsa berdewam dibin.