H’emû nûçeSereke

Ew merivên ku derxistina ermenîyaye ji Qerebaxê plan kiribûn, hesab dikin wekî bi wê yekê pirsgirêka Qerebaxê hate helkirinê û gerekê pirsa Ermenîstanê jî hebe: Paşînyan

Ew merivên ku derxistina ermenîyaye ji Qerebaxê plan kiribûn, hesab dikin wekî bi wê yekê pirsgirêka Qerebaxê hate helkirinê û gerekê pirsa Ermenîstanê jî hebe. Derheqa wê yekêda Nîkol Paşînyanê serokwezîr wextê hevpeyvîna tevî têlêvîzîyona Civakî gotîye.

“Rêberên Ermenîstanêye salên 1990-91 ê nedigotin bo me serbixwetî pêwîste  ku welatê me hebe, lê digotin, ku welatê serbixwe pêwîste, ku pirsgirêka Qerebaxê helkin. Li vir pirsa here sereke eve.

Opozîsîya niha dibêje, wekî bêyî Qerebaxê heyîna Ermenîstanê bêfeydaye, çimkî heyîna dewleta Ermenîstanê bona helkirina pirsgirêka Qerebaxê bû.Dêmek, heger pirsgirêka Qerebaxê bihata helkirinê, wî çaxî piştî wê yekê yazîya Ermenîstanê wê çawabûya?

Ji welatên mayîn bang dihatine bihîstinê, ku desthilatdarîyê biguhêrin.Ew meriv, yên ku bi bangên wî cûreyîva pêşda dihatin, hesab kirin wekî bi paqijkirinên êtnîkîva pirsgirêka Qerebaxê helbû û gerekê pirsa Ermenstanê jî helbe. Dêmek, usa dertê wekî li Ermenîstanê gerekê desthilatdarîya kifşkirî îzbatbe, ya ku wê bêje ku heyîna Ermenîstanê îdî bêfeydaye”,- ewî gotîye.

Çawa bersiva wê pirsê ku gelo wîra têlêfon kirine û gotine wekî piştî  bûyarên 19 ê îlonê gerekê êrîşê bibin ser Adirbêcanê, Paşînyan gotîye xeberdana usa tunebûye, lê xeberdanên usa hebûne, ku  heger ji asta kifşkirî derbazî ya praktîbûna, lê ew yek usa dikare bê şirovekirinê”.

Zêdetir nîşan bide
Herwiha kontr’ol bike
Close
Back to top button