H’emû nûçeSereke

Nava pêvajoya hevraxeberdanên bona helkirina pirsgirêka Qerebaxê tu cara  pêşnîyareke usa nehatîye kirinê ku helkirin bê pêşnîyarkirinê: Paşînyan

Nava pêvajoya hevraxeberdanên bona helkirina pirsgirêka Qerebaxê, tu cara  pêşnîyareke usa nehatîye kirinê ku helkirina pirsgirêka Qerebaxê bê pêşnîyarkirinê.Derheqa wê yekêda wextê hevpeyvîna tevî têlêvîzîyona Ermenîstanêye Civakî, serokwezîrê Ermenstanê Nîkol Paşînyan  gotîye.

“Hukumata Ermenîstanê hemû tişt kirîye ku Qerebax ji ermenîya vala nebe, dema ku ew fikir dihate pêşdakişandinê, ku meriv gerekê ji wir derkevin.Me hemû tişt dikir ku usa nebe”,-Paşînyan gotîye.

Bi xeberdana derheqa elametîya wezîreta Rûsîyayêye karên derda ku pevketinên 9 ê mijdarê piranî rûyê Ermenîstanêda nehatine mîyaserkirinê, Paşînyan  gotîye: “Dêmek nava elametîya 9 ê mijdarêye sêalî nivîsare, wekî Adirbêcan gerekê êrîşê bibe ser ermenîyên Qerebaxê, lê aşîtîparêzên rûs jî gerekê cîhên xweda bimana?”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button