Merkeza dokûmêntên xirabkarîya navnîşa wan xirabkarîya raber kirîye, yên ku dijî binelîyên Sûrîyayê ketine bin kontrola Tirkîyayê, hatine kirinê.
Raportêda derheqa wan neheqyada hatîye îzbatkirinê, kîjan dijî binelîyên Sûrîyayê ji alîyê çekdarên piştgirên tirkada hatine mîyaserkirinê.
Nehîyên bakûr-rojhilatê Sûrîyayê, yên ku ji alîyê Tirkîyayêda hatine dagirkirinê, her dem dibine şedê xirabkarîyên nava goveka mafên mêrivda. Binelîyên li wir her dem bêsûc tên girtinê, revandinê û zêrandinê.