SerekeSîyasî

Desthilatdarîya Tirkîyayê sala 2023 a 2906 endamên partîya kurda girtine

Partîya kurdên Tirkîyayê, ya “Wekehevtîya cimeta û dêmokrasî” raport  amade kirîye, kîjanêda hatîye raberkirinê ku nava 11 mehên sala 2023 a da çiqas gav dijî endamên partîyayê hatine avîtinê.

Raportêda hatîye dîyarkirinê, wekî sala 2015 a da dijî endamên partîyayê gelek êrîş hatine birinê û mafên mêriv hatine teribandinê.Li gorî raportê, ji çileya sala 2023 a hetanî meha mijdarê, 2906 endamên partîyayê hatine girtinê.

Ji sala 2015 a da 22  818 endamên partîyayê hatine girtinê, nava wanda usa jî hemserokên wan.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button