H’emû nûçeSereke

Rojava sîliha dide: hemû tişt tê kirinê ku Ermenîstan newekehevtîya tevî Adirbêcanê bide balanskirinê: parlamêntvanê ji fraksîya “Peymana sîvîl”

Salekê pêşda elametîyên Adirbêcanê cûrekî mayîn bûn.Ewana yan herroj tişt elam dikirin, yan jî bona opêrasîyonên leşkerî xwe amade dikirin, yanê jî derheqa vekirina korîdora Laçînêda xeber didan.Derheqa wê yekêda, wextê qisa tevî rojnamevana, parlamêntvanê ji fraksîya “Peymana svîl” Armên Xaçatryan gotîye.

“Nava sala dawîda him elametîyên Bekûyê hatine guhartinê û nêzîkbûna navneteweyî, ya hindava Ermenîstanê hatîye guhartinê.Berê tu cara nikaribû usa bibûya, wekî Ermenîstan him çawa endama Hevalbendîya Welatên Serbest, usa jî endama Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîv bûya û welatên Rojavayê bifikirîyana, wekî dikaribû sîliha bidin yan jî bifroşine Ermenîstanê. Feqet ev mecal hene û em distînin.Usa dertê wekî hemû tişt tê kirinê, ku Ermenîstan newekehevtîya leşkerî, ya tevî Adirbêcanê bide balanskirinê”,-ewî gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button