H’emû nûçeSereke

Yekîtîya hemermenî, ya bi navê “Gardman-Şîrvan-Naxçêvan” ê, girêdayî nama serokê Adirbêcanêva, ya ser navê Papê Romayê, elametî belav kirîye

Li gorî ragîhandina “Armênprêss” ê nava elametîyêda hatîye gotinê: “Girêdayî cejina mesîhîyaye Pîrozra, serokê Adirbêcanê Îlham Elîyêv nama pîrozbahîyê ser navê Papê Romayê şandîye, bi kîjanê serokê Adirbêcanê Papê Romayê pîroz dike û namêda Adirbêcanê çawa cîhekî usa raber dike, li kîderê pircûretîya êtnîkî û dînî parastîye û ew yek bona wan dewlemendtîya miletîyêye, li kîderê bona hemû dîna qewilên wekehev hatine sazkirinê û ew cîh li dinîyayê cîhê pirçandîye.Hatîye gotinê, wekî ev xeber piştî çend mehên mîyaserkirina paqijkirinên êtnîkîye li Qerebaxê hatine dîyarkirinê, dema ku rûyê rasîzma êtnîkî û dînîda ji sed hezarî zêdetir meriv bi mecbûrî ji cîh û warên xwe derketine.

Yekîtîya hemermenî bi teweqekirin berbirî Papê Romayê bûye ku bi guhdarî dîna xwe bidine wê proseyê û bona parastina qîmetîyên mesîhîtîyê berbirî temamîya dinîyayêbin.Hatîye gotinê, wekî qezîya heye ku temamîya çanda ermenîye li Qerebaxê dikare bê undakirinê û ew yek ne tenê xirabkarîya dijî ermenîyaye, lê ya dijî temamîya dinîyayêye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button