SerekeSîyasî

42 endamên partîya alîgirê kurdan li Tirkîyayê hatine girtin

Hêzên ewlehîyê yên Tirkîyayê 42 endamên Partîya wekhevî û Dêmokrasîyê ya Gelan li Amedê girtin, bi tohmeta ku ew “li dijî yasayê kirine”. Partîyayê Dêmsokrasî ya Gela kongira xwe ya ciwanan lidar xist. Di çalakîyê de hevserokê partîyayê Tûnjêr Bakirhan amade bûye, Rudaw dinivîse.

Walatîya Amedê di daxuyanîya xwe de dîyar kir ku 42 kesên ku beşdarî mîtîngê bûne bi îdîaya “Li dijî hiqûqê tevgerîyane, kevir avêtîne polîsan û li ber xwe dane”, hatine girtin.

Wezîrê  Tirkîyayêyî karên der Yilmaz Tûnc li ser mîkrobloga xwe ya X ê nivîsîye: “Ji ber sûcên “rûmetkirina sûc û sûcdaran” û “propagandaya rêxistina terorê” dozgeriyê der barê gumanbaran da lêpirsîneke edlî da destpêkirin. Biryara girtinê bo hindek ji tohmetbaran hatîye derxistin.

Qulixdarîya Tirkîyayêye  BBC ê, li ser zarê jêderê  partîya Dêmokratîk, ya Gela ragihand, ku 57 kes hatine binçavkirin û ji bo îfadeyê şandine dezgeha ewlekariya dewletê. Ev girtin di demekê de tên ku Tirkîyayê şîna kuştina 12 leşkerên Tirkîyayê ji alîyê Partiya Karkerên Kurdistanê ve li bakûrê Îraqê dike.

Mirina wan bû sedema hêrsa civak û sîyasetmedarên tirk. Çar partîyayên parlamêtê, ji herdu baskên desthilatdar û yên opozîsyonê, daxuyanîyeke hevbeş îmze kirin û tê de êrîşên PKKê li ser leşkerên Tirkîyayê şermezar kirin, di heman demê de mezintirîn Partîya Komarî ya Gel ya opozîsyona Tirkîyayê daxwaz dike ku wezîrê parastinê Yaşar Gyûlêr ji bo civîneke girtî bo parlamêntoyê bê vexwendin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button