H’emû nûçeSereke

Sûka tevayî ya kontrolkirina rêsûrsên ênêrgîyayê û bara, ya Yekîtîya Avrasîyayêye Êkonomîkî hê tune:Paşînyan

Yekîtîya Avrasîyayê hê pirsên sazkirina sûka tevayî, ya rêsûrsên ênêrgêtîkî û kontrolkirina baraye êlêktronî hel nekirine. Derheqa wê yekêda wextê civîna şêwira Yekîtîya Avrasîyayêye Êkonomîkî, serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan li Sankt Pêtêrbûrgê gotîye.

Ewî daye dîyarkirinê,wekî alîyê ermenî îmzekirina qayîlnivîsara derheqa kirîn-frotana azada, ya tevî Îranê silav dike, ya ku wê alî pêşkeftina tevgirêdanên êkonomîkî û logîstîkî bike û wê bona bernamên tevayî bingeha peymanaye qewîn sazke.

Bi gotina Paşînyan tunebûna birîyarên derheqa sûka ênêrgêtîkîye tevayîda pirseke prînsîpyale.

Nava wê hemtêkstêda Paşînyan serda zêde kirîye,wekî Ermenîstan amadeye nêzîkbûna aktîv bona çareserkirina balansa berjewandîyên welatên yekîtîyê bide kifşê û bi cûrê herî baş potênsîyala sûkên ênêrgêtîkîye tomerî bide xebatê.

Bi gotina Paşînyan,pirseke mayîne girîng jî învêstîsîyakirina têknolocîyên êlêktronîye, ya nava pêvajoyên bîznêsêda.Ew yek wê mecalên nû bona berevkirina melûmetîyên opêratîv bide.

Bi gotina Paşînyan, kontrolkirina baraye êlêktronî bona Ermenîstanê gelekî girînge, sînorê kîjanêye tevî welatên yekîtîyêye mayîn tunene.Ew yek hinek dijwarîya û xercên êkonomîkî pêşda tîne û bi wê yekêva tevayî mecalê bona temamîya yekîtîya êkonomîkî saz dike.

“Heger mera li hev bê bi rîya têknolocîyên wedê niha derbazbûna baraye bi sînorên dewleta bidine çareserkirinê, wî çaxî emê mecalê bistînin ku pêwandîyên welatên sêem, yên tevî welatên yekîtîyê bidine pêşxistinê”,-Paşînyan gotîye.

Ewî usa jî îmzekirina qayîlnivîsara  derheqa kirîn-frotana azada, ya tevî Îranê silav kirîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button