H’emû nûçeSereke

Wekîlê NATO ê yî  mexsûs: Ermenîstanê zelal birîyar kirîye ku  sîyaseta xweye der biguhêre û ji Moskvayê dûrkeve

NATO hindava dêklarasîya îmzekirî, ya serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan û serokê Adirbêcanê Îlham Elîyêv, optîmîste. Derheqa wê yekêda,wextê hevpeyvîna tevî kanala Gurcistanêye ewlin,wekîlê NATO ê yî li Qafqasîyayê û Asîya Navîn, Xavîyêr Kolomîna gotîye.

“Em difikirin,wekî eva behseke başe.Em piştgirîyê didine normalbûna pêwandîya di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanêda.Em piştgirîyê didine usa jî cedandinên Yekîtîya Avropayê û Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî û usa jî cedandinên Ermenîstanê û Adirbêcanê.Bona me girînge ku qwînbûna li herêma Qafqasîyayê bê çareserkirinê”.

Çawa bersiva wê pirsê, ku gelo Yêrêvan hewaskare ku nêzîkî NATO ê be, Kolomîna daye dîyarkirinê, wekî Ermenîstan zelal birîyar kirîye ku sîyaseta xweye der biguhêre û ji Moskvayê dûrkeve.

“Em piştgirîyê didine wê yekê. Ermenî nava birîyarên xweda azadin, lê  wana birîyar kirîye û ez difikirim,wekî ew îdî nêzîkî me dibin”,-ewî gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button