Heger çûyîna li Sankt Pêtêrbûrgê gorî berjewandîyên meye, usaye em gerekê herin: ev gavavîtina paşda nîne: Alên Sîmonyan
Serokê parlamêntê Alên Sîmonyan çûyîna serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan, ya li Sankt Pêtêrbûrgê çawa gavavîtina paşda hesab nake. “Hûn zanin,wekî em tevî Rûsîyayê nava yektîke êkonomîkîdanin, êkonomîka me pêşda diçe û em nikarin wê mecalê ji destê xwe berdin, li kîderê hema nava wê organîzeyêda em gerekê seroktîya wê hildine ser xwe.Ew yek Ermenîstanêra pêwîste”,- serokê parlamêntê gotîye rojnamevana.
“Ermenîstanê tu cara bi fermî negotîye,wekî ew rîya xwe diguhêre.Hûn jî zanin,wekî 19 ê kanûnê ez jî bona hevdîtina Oragnîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîv neçûm. Pirsên meye tevî organîzeyê hene, yên ku hetanî roja îroyîn mane.Bila nevêjin wekî ev yek gavavîtina paşdaye, yan jî pêşdaye.Ermenîstanê bona berjewandîyên xwe wê pêvajoyê berdewam bike û emê herine Sankt Pêtêrbûrgê”,- serokê parlamêntê gotîye.