H’emû nûçeSereke

Nenihêrî halê sertî di navbera Yêrêvanê û Moskvayêda, nava êkonomîkayêda dînamîka baş heye: Manasêryan

Nenihêrî wan dijwarîya, endamtîya nava Yekîtîya Avrasîyayêye Êkonomîkîda, tunebûna gumirka tevayî, qewata xebatê, ev hemû tişt karê dide êkonomîka Ermenîstanê.

Derheqa wê yekêda doktorê zanistîyên êkonomîkî, profêsor Tatûl Manasêryan gotîye.

Êkonomîzan bîr anîye,wekî serokwezîrê Ermenîstanê li Krêmlê, wextê civîna şêwira Avrasîyayêye êkonomîkî û usa jî wextê civîna li Soçîyê, gotîye wekî Rûsîya hevkara Ermenîstanêye kirîn-frotanêye hîmlîye û hema bi saya wê yekê êkonomîka Ermenîstanê pêşda diçe.

Bi gotina Manasêryan wekî di navbera Yêrêvanê û Moskvayêda halê sîyasî serte, lê nava goveka êkonomîkîda dînamîka baş heye. “Bi gotina cîgirê serokwezîrê Rûsîyayê Alêksêy Ovêrçûk, kirîn-frotana di navbera Ermenîstanê û Rûsîyayêda wê bi 40 selefîva zêdebe. Raste, ew yek hê nehatîye tomerîkirinê, lê li gorî kirîn-frotana îroyîn ew yek bi 43,5 selefîva zêde bûye. Sala derbazbûyî ji Ermenîstanê eşîyayên bahê 2,5 mîlyard dollarî çûye Rûsîyayê.Çi ku derheqa projeya ermenî, ya bi navê “Xaçerêya aşîtîyê” da ne, Moskva piştgirîyê dide mîyaserkirinê wê projeyê”,- Manasêryan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button