H’emû nûçeSereke

Zaxarovayê gotîye wekî pêşkeftina  Ermenîstanê wê bona Rûsîyayê girîngbe

Berdevka wezîreta Rûsîyayêye karên der Marîya Zaxarovayê elam kirîye,wekî pêşkeftina Ermenîstanê bona Rûsîyayê girînge.

Li gorî ragîhandina “Armênprêss” ê Zaxarovayê derheqa wê yekêda wextê birîfîngê gotîye.

“Sala îsalin bona gelek welatên dinîyayê û gelek cimeta baş nîbû.Ew yek usa jî bona Ermenîstanê, bona cimeta dost baş nîbû.Em cêribandinên cuda-cuda, yên bona beşdarkirina Yêrêvanêye nava lîstikên gêopolîtîkîye bi qezîya dibînin”,-Zaxarovayê gotîye û daye dîyarkirinê,wekî Rojava li gorî berjewandîyên xwe dişuxule û yazîya cimeta ermenî bona wê girîng nîne.

“Bi hesabhildana pêwandîyên tifaqdarîyê,em amadene piştgirîyê bidine aşîtî, qewînbûn û pêşkeftina Ermenîstanê.Ew yek bona me girînge.Ez ji navê xwe bi dil aşîtîyê, gulvedanê nava sala nûda cimeta Ermenîstanêra dixwezim û dixwezim ku hindik pirsgirêk hebin”,- dîplomatê gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button