H’emû nûçeSereke

Tevî Ermenîstanê em nêzîkî morkirina  peymana aşîtîyêne: sîyasîzanê azêrî

“Em gelekî nêzîkin ku tevî Ermenîstanê peymana aşîtîyê morkin”. Derheqa wê yekêda serokê îdara Adirbêcanê, ya merkeza lêkolîna Farîd Şafîyêv wextê prêss-konfêransê gotîye.

Ewî daye dîyarkirinê,wekî roja dîyarkirî nikare bêje. “Pirsgirêkên hîmlî gihîştine asta zro. Dîyarkirin û kivşkirina sînora pêvajoya wededirêje. Ez nafikirim,wekî ew yek wê bikeve nava dokûmêntê.Mesele, salên dirêj me nikaribûye wê pirsê tevî Gurcistanê helkin. Peymana aşîtîyê pevketina derheqa prînsîpên serekedane. Niha Ermenîstan gerekê zêdetir hewaskarbe ku peymana aşîtîyê bê morkirinê.Ew yek wê qewînbûnê bîne herêmê”,-Şafîyêv gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button