H’emû nûçeSereke

Komara Ermenîstanê serokatîya organên Yekîtîya  Avrasîyayêye Êkonomîkî dike

Ji 1 ê çileya  sala 2024 a Komara Ermenîstanê serokatîya organên Yekîtîya  Avrasyayêye Êkonomîkî kir. Sala 2024 a da, Komara Ermenîstanê  serokatîya civata aborî ya bilind ya Avrasyayê, encûmana navdewletî ya Avrasîyayê û encûmana komîsîyona aborî ya Avrasyayê bike, malpera yekîtîyê ragîhandîye.

Tê kifşê, ku civîna konseya bilind ya aborî ya Avrasyayê ku ji bo 10 salîya yekîtîya aborî ya Avrasîyayêye sêemîn forûma aborî ya Avrasyayê, civîna encûmana navdewletî ya Avrasyayê û gelek çalakîyên din wê li Moskvayê bên derbazkirinê.

Demeke nêzîkda  serokwezîrê Ermenîstanê, serokê konsêya aborî ya bilind ya Avrasyayê û encûmana navdewletî ya Avrasyayê axaftina Nîkol Paşînyan li ser rêgezên pêşin yên serokatîya Ermenîstanê têra tê dîtinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button