H’emû nûçeSereke

Lêkolînkirina şeraba ermenî: Forbes

Ev welatê şeraba qedîm qet li ber çavê min nebûye. Belkî ji ber ku hindik şerabên ermenî li Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyîda peyda dibin, yan jî ji ber ku gelek celebên tirîya yên herêmî ji me re li Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî ne nasin. Bê guman, ew ne alîkare ku welat di piranîya dîroka xweya şerabê ya dirêj de ji alîyên cîhê ve rastî şeran hatîye, Lîza Sîmêrman  gotara xwe ya kovara Forbes de nivîsîye.

Cûreyên tirîya yên Qafqasyayê, berî her tiştî, Ermenîstan û Gurcistanê qet li Avropa Rojavayê xuya nebûn. Wekî encamek, pir xerîdarên Dewletên Yekbûyî û Avropayê li ser wan û çawa têne bilêvkirin hindik dizanin.

Lê gera min ya yekem ya Ermenîstanê de, ez ji qalîteya giştî ya şerabê û hewesa ku hilberînerên herêmî dixe nav wan de bandor kirim. Mixabin, pir hindik ji wan li bazara Dewletên Yekbûyî hene. Storica, îtxalkarek ji Bostonê, rewşê diguherîne, her weha şerabçêkerên navneteweyî yên wekî Pol Hobs, ku li ser çêkirina şerabê hevkarîyê dikin, û fîlma dawî ya SOMM li ser hilberîna şerabê li Ermenîstanê ye.

Ew rêwîtîyek bi taybetî balkêş bû (ku her gav li welatên deranînên şerabê ne usa ye) ji ber rewşa sîyasî ya welêt. Têkilîyên Ermenîstanê bi Adirbêcana cînarra demeke dirêje ku tengav bûne û her ku diçe baştir nabin. Ji ber vê yekê, min texmîn kir ku hilberîner bi rastî hemî dil û gîyanê xwe didin ku me qebûl bikin.

Her kesê ku bixwaze Ermenîstanê fam bike, gerekê kûr li dîroka şerabçêkirina wî welatî binêre. Arenî-1,  şeraba naskirî ye, ku zêdetirî 6000 sal berê hatîye çêkirin.

Li seranserê welêt, kevneşopîyeke kûr ya şerabçêkirina malbatê heye, wekî li Îtalytalyayê, yan her welatekî başûrê  avropî, ku ev yek şahidîyek ye ku gundî çiqas hez dikin ku tiştê ku li hewşên xwe mezin dikin veguherînin têkelîyek şîvê ya xweş.

Pîşesazîya şerabê li vir çend şopînerênwê hene. Vahê Kêûşgêryan, lehengê hêja yê SOMM4, dibêje ku çima piştî salên dirêj li Îtalyayê û Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî jîyaye, vedigere welatê xwe. Pol Hobs, şerabçêkerê efsanewî yê Kalîfornîyayê jî li vî welatî, li rezên bilind yên bi tonên tavê, eleqeya şerabê nîşan da. Hobs ji sala 2014 a vir ve şeraba Yacoubian-Hobs çêdike.

Pol Hobs şerabçêkerê Kalîfornîyayê yê navdar ye ku bi derançîyên li gelek welatan re xebitîye, di nav de Argêntînayê, Kovara li başûrê Fransîyayê, serpêhatîya wî ya dawî li Ermenîstanê, Yacoubian-Hobbs e.

Wî bi kurtî got ku hevkarîya wî bi Ermenîstanê re çawa dest pê kir. Li gorî wî, “du birayên ermenî yên ku li Los Ancêlêsê dijîyan, ku ji şerabên Kalîfornîyayê hiz dikirin û ku ji hewildana min ya piştgirîkirina navneteweyîkirina pîşesazîya şerabê ya argêntînî dizanibû, nêzîkî wî bûn. Wan ez qanih kirim ku ew bi ciddî ne li ser kirina tiştekî girîng ji bo bilindkirina nav û dengê şerabê li welatê xwe, û ew hewceyê alîkarîya minin”,-ewî got. “Gava ku ewqas tiştên ku xuya ne lihevhatî têne cem hev, usa dixuye ku gazî we tê kirin. Ya ku ez li wir birin ev e. Li wir, bê guman, her tişt bi yek tiştî diqewime: tevlîhevîya têrorî, ax û avhewa. Ger ew heye, wê hingê hûn ê bêtir lêkolîn bikin. Ger tunebe hûn ê vegerin malên xwe”. Ew zêde dike ku ji bo wî girîng bû ku ew bi celebên avropî yên naskirî re bixebite “da ku fem bike ka ew çawa bersivê didin têrora vê beşa cîhanê”.

Arênî şeraba sor ya sereke ya welêt e. Wekî din, gelek rezên li vir ji kurmên tirîyê bêpar in, dîyardeyek ku li Avropayê kêm e, ji bilî deverên piçûk yên wekî Kolarêş li Portûgalîyayê.

Rêwîtîyêda di nav şerabên min yên bijare da Noa Arkuri Noah Of Areni 2022 bû, bi çêjên xweşik yên fêkî û kulîlkan. Keush, agirê bengalî yê pembe, spehî ye, bi çêja berî. Van Ardi hilberînerek din yê navdar e ku xwedî sîteya mezin e. 2022 Kangûn (ji tirîyên sipî yên herêmî) xwedan çêja nutmeg a dewlemend, asîtbûnek baş, bîhnfirehîya sîtrûs û çermê behîs e ku piştî tamkirinê di devê de dimîne.

Ji van şerabên bêhempa ji xwe di rêstoranên Dewletên Yekbûyî de popûler dibin, nemaze li cîhê ku civateke ermenî ya mezin dijî, wek li Glêndalê (Los Ancêlês). Xwedîya xwaringehakarûê ya ku du dezgehên wê hene Rozalî Çolakyan dibêje ku di dema şîvê de eleqeya li ser şerabên ermenîyan zêde dibe. Ew zêde dike ku gelek mişterîyên wî hene ku ne hemwelatîyên Ermenîstanê ne, ji ber vê yekê “Ermenîstan teqez di nexşeya şerabê de cihekî girîng digire”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button