SerekeSîyasî

Şerê nû, rûmet û dawîya Prîgojî, pêşbazîya di navbera Hindistan û Çînistanêda:  sala 2023 a li cîhanê

Qerebax bêyî  qerebagîya ma.  Sala 2023 a ji alîyê niştecihên Qerebaxa Çîya di bin dorpêçê de hat pêşwazîkirin. Krîzeya mirovahî kûrtir bû, bûyerên birçîbûnê jî hatin tomarkirin. Adirbêcanê di 19 ê îlonê de bi navê “opêrasîyona herêmî” ya dijî têrorê bi mebesta valakirina Qerebaxê, ragîhandibû. 25 ê îlonê de sirgûnkirina şênîyên Qerebaxê dest pê kir. Tenê di çend rojan de, 100,000 zêdetir binelîyên Qerebaxê ji welatên xwe  derketin.

*** 7 ê cotmehê de HAMAS ê êrîşî ser Îsraêlê kir û nêzîkî 1200 kes kuştin û 240 jî dîl girtin. Hêzên parastinê yên Îsrayêlê li ser bersivdayînê dest bi êrîşên esmanî yên li ser  Gazayê kirin û piştre jî dest bi operasyona bejayî kirin. Îsrayêlê ragîhand ku ew nîyeta wan e ku koma têrorîst ya HAMAS ê bi temamî ji nav bibe. Li gorî alîyên Felestînî di vê heyamê de derdora 20 hezar felestînî hatin kuştin.

*** Şerê rûs-ûkraynayê di tevahiya salê de berdewam kir, tu alîyan nikaribû berxwedana dijmin bişkîne, zivistanê jî şer hê bêtir sist bû. Di encama şerê ku eva nêzîkî 2 sal in berdewam dibe, herdu alî bi awayekî fermî daneyên qurbanîyan eşkere nakin.

*** Serhildana li Rûsyayê. Şeva 23-24 hezîranê  hêzên koma leşkerî ya taybet “Wagnêr” navenda navçeya leşkerî ya Başûr li Donî Rostovê girtin û berbi Moskovayê ve çûn. Serhildan bi navbeynkarîya  serokê Belarûsê Alêksandr Lûkaşênko hat rawestandin, ku ji rêberê “Wagnêr” Yêvgênî Prîgojîn re penaberî li Bêlarûsê pêşnîyar kir. Lê belê, hevalê berê yê Pûtîn Prîgojîn, ji ber serhildanê nehat efûkirin, du meh şûnda ew di qezîyeke balafirê de mir. Balafira taybet ya Prîgojîn dema ji Moskovayê diçû Sankt Pêtêrbûrgê unda bû.

*** Meha nîsanê de Fînlandîya bi awayekî fermî bû  endama NATO yê ye 31 emîn. Di encamê de sînorên hevpar yên welatên bi Rûsyayê re du qat zêde bû û ji 1215 kîlomêtryan derket 2555 kîlomêtryan. Krêmlê ragîhand ku Rûsîya ji bo ku Fînlandîya tevlî blokê bibe divê “tedbîrên dijber” bigire.

*** Yektîya Avropayê statûsa namzedê dewleta endam da Gurcistanê, û destpêkirina mûzakereyên endametîyê bi Ûkraynayê û Moldovayê re ragihand. Serokwezîrê Gurcistanê Îraklî Garîbaşvîlî pîrozbahî li welatîyan kir û got ku biryara Yekîtîya  Avropayê serketina  Gurcistanê û hemû gelê wê ye.

*** Dadgeha Nyû Yorkê  dijî serokê Amêrîkayêye 45 emîn Donald Tramp bi dayîna bertîlê li hember bêdengîyê îdîaname amade kir. Ev cara yekem e ku serokê berê yê Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî  bi sûcdarî  tawanbar kir

***Meha gulanê de, merasîma tacdayînê ya Brîtanîya Mezin Çarizê 3 a li Londonê pêk hat.Çarlizê 3 a dewsa dîya xwe , Êlîzabêta 2 a cî girt, ya ku  îlona sala 2022  a wefat bû.

*** Îsal, COVID-19 û rakirina rewşa awarte ya tenduristiyê ya ku di çileya sala  2020 î de hat ragihandin, ragihand. Li gorî rêxistinê, koronavîrûsê îdî ne xetereyek cîhanî ye.

*** Çînistan  sala 2023 a de dev ji opozîsyona xwe ya wekî welatê herî qelebalix yê cîhanê berda. Niha welatê ku herî zêde niştecihên cîhanê lê hene Hindistan e. Niha nifûsa Hindistanê 1,43 milyard kese, ya Çînistan 1,425 mîlyard kes tê texmîn kirin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button