H’emû nûçeSereke

Sêkrêtarê şêwira ewlehkarîyê û serokê îdara qulixdarîya Avropayêye karên der derheqa piştgirîya bona aşîtîyê gotûbêj kirine

Sêkrêtarê şêwira Ermenîstanêye ewlehkarîyê Armên Grîgoryan dêlêgasîya bi serkarîya serokê îdara qulixdarîya karên Avropayêye der, Rorî Dommî qebûl kirîye. Li gorî ragîhandina “Armênprêss” ê, derheqa wê yekêda sêkrêtarê şêwira ewlehkarîyê rûpelê xweyî facebook ê da nivîsîye.

“Min seredana dêlêgasîyayê  li Ermenîstanê silav kirîye û pêşkeftina hevkarîya Ermenîstanê û Yekîtîya Avropayê, ya nava goveka ewlehkarîyêda girîng hesab kirîye. Min daye dîyarkirinê,wekî hevkarîya tevî Yekîtîya Avropayê alî atmosifêra qewînbûnê, ya li herêmê dike.

Me derheqa pêvajoya bo piştgirîya Ermenîstanê, ya bona aşîtîyê xeberdaye”,-ewî nivîsîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button