“Diqewime çûyîn-hatina avtomaşîna û welatîya bê hêsakirinê”: Xandanyan
Serokê komîsîya parlamêntê, ya pêwandîyên der, Sargîs Xandanyan derheqa wedê îmzekirina peymana aşîtîyêda xeberdaye.
“Pevketinên ku alîyê ermenî her dem nava qayîlnivîsara aşîtîyêda dide kifşê, gerekê ji alîyê Adirbêcanêda bêne qebûlkirinê. Heger ew nayêne qebûlkirinê, usaye peyman niha nikare bê îmzekirinê.
Ermenîstanê dîsa prînsîpên xwe bide dîyarkirinê û ez têra dibînim wekî nava cûrê dawîda, kîjan şandine Bekûyê, prînsîpên usa hene yên ku bona me gelekî prînsîpyalin”,-Xandanyan gotîye.
Ewî gotîye wekî dema ku ew prînsîp ji alîyê Adirbêcanêda jî bêne qebûlkirinê, wî çaxî dikarin peymanê îmzekin.Ji wan prîsîpa yek jî naskirina yekîtîya têrîtorîyaye.
“Nava doranên wan prînsîpada meriv dikare çûyîn-hatina avtomaşîna, usa jî ya bi rîya hesinî, derbazbûna welatîya bidine hêsakirinê, bona ku tirs û rîsk bêne hildanê, him li Adirbêcanê û him jî li cem me”,-Xandanyan gotîye.