SerekeSîyasî

 “Şer bi peymana Enqerê û Moskvayê pêk hat: aştî bi heman welatan nayê çareserkirin”: Gantaharyan

Radar Armenia  bi sîyasîzanê navneteweyî Şahan Gantaharyan re sala 2023a  ser hevda anî.

– Ji alîyê gêopolîtîkî ve sala 2023 çawa bû?

– Ji bo me saleke tijî şer e. Mebesta min şerê rojekê li Qerebaxê û şerê berdewam di navbera Hamas û Îsraîlê de ye. Ji aliyê ermenîyan ve, ji alîyekî ve rûxandina komara me ya duyemîn, ji alîyê din ve jî serhildanên nû yên di warê dîasporaya ermenîyên Rojhilata Navîn de.

Di sala 2024 a de pêvajoyên ku li herêmê diqewimin wê bibin xwedî çi pêşketinan?

– Meylên nû yên polarîzasyona gerdûnî dê berdewam bikin. Çîn ji xwe qonaxeke aborî ya bi hêz e ku bandorê li pêvajoyên pêkhatina nîzama nû ya cîhanê dike. Dê xêzkirinên leşkerî-sîyasî yên eksên nû ji hev derbas bibin. Em ê him li Başûrê Qafqasîyayê û him jî li Rojhilata Navîn hîs bikin. Li gel wan, pirsgirêkên bîyosfêrê, bilindbûna nû ya pêla koçberîyê dê cîhanê li derdorên cîhê yên erdnîgarî bihejîne.

Helbet encamên şerê li Ukraynayê dê encamên xwe hebin. Lê belê bi giştî di van şert û mercan de, li hemberî dorpêça navneteweyî ya Rûsyayê, rakirina tecrîda li ser Îranê wê bidome. Têkoşîna kolêktîv ya Rojava-Rûsya ji bo bandorkirina li Başûrê Qafqasîyayê jî di nav de ye. Lîstika Enqereyê şert û mercên nakokîya di navbera Rojava û Fêdêrasyona Rûsyayê de derdixe holê.

– Pêvajoyên gêopolîtîkî çi bandor li ser çareserkirina têkilîyên Ermenîstanê û Adirbêcanê kirin?

– Ne dûr e ku li Adirbêcanê li dijî elîyêvyan hestên dijberî bilind bibin. Sîyaseta zextê ya li ser Bakûyê berdewam dike û Elîyêv wê heta demeke dirêj nikaribe bi kelecanên serketî sûd werbigirin. Ji ber vê jî bi awayekî lezgîn diçe hilbijartinên awarte. Bi giştî dema ku rageşîya Rûsyayê-Tirkîyayê kûr bibe û welat vegerin ser helwestên xwe yên klasîk, em dikarin behsa guhertina rewşê bikin. Peymana aştîyê bi peymanên di navbera lîstikvanên sereke yên li herêmê de ye. Syûnîk îro him di alîyê bakûr-başûr û him jî di alîyê rojhilat-rojava de bûye xwedî girîngîyeke gêopolîtîk. Ji ber vê sedemê bêyî lihevkirineke navneteweyî tu çareserîyeke radîkal çênabe.Dê heta ku peymanek herêmî bigihîje hev û dijberên nû hene.

– Nêzîkatîyên lîstikvanên herêmê bi taybetî di mijara Tirkîyayê û Îranê de heta çi radeyê ji bo sazkirin û xurtkirina aştîyê bûn?

– Di demeke kurt de dibe ku berjewendiyên Îran û Tirkîyayê li hev bên. Tirkîya hêza duemîn ya NATO  ê ye û divê têkilmyên Îran û Tirkîyayê li gorî vê rastîyê bê dîtin. Em ji bîr nekin ku serdana serokkomarê Îranê bo Enqerê di kêlîya dawî de hat betalkirin. Di dema analîzkirina têkilîyan de ev nîşanek pir eşkere ye.

– Divê di sala 2024-an de çi pêşkeftinên li bendê ne

– Bêyî vekişîna leşkerên Adirbêcanê ji herêmên serdest yên Ermenîstanê, zehmet e ku mirov peymana aştîyê bifikire. Heta ku ev yek pêk neyê, heta ku rewşa rêya Naxîçevan-Adirbêcanê zelal nebe, Ermenîstan û Adirbêcan di şert û mercên heyî de nikarin bi awayekî serbixwe biryara peymana aştîyê bidin. Rojava li herêmê heye û nahêle pirsgirêk tenê di çarçoveya peymana Rûsyayê-Tirkîyayê de bên çareserkirin. Şer bi peymana Enqereê-Moskvayê pêk hat. Aştî wê di heman formatê de pêk neyê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button