H’emû nûçeSereke

Andranîk Koçaryan hesab dike wekî pêşeroja nêzîkda diqewime hêzên azêrîya ji axa Ermenîstanê bidine derxistinê

Serokê komîsîya parlamênta Ermentstanê, ya pirsên ewlehkarîyê, Andranîk Koçaryan hesab dike wekî diqewime pêşeroja nêzîkda hêzên azêrîya ji axa Emenîstanê bidine derxistinê.

Gorî ragîhandina “Armênprêss” ê, Koçaryan fikira wî cûreyî wextê qisa tevî rojnamevana elam kirîye.

Çawa bersiva wê pirsê ku pêşeroja nêzîkda dikare tiştê usa biqewime ku hêzên azêrîya ji axa Ermenîstanê derkevin, Koçaryan gotîye:

“Belê, berî her tiştî gerekê bicêribînin wê yekê bi rîya edil bikin”.

Çawa bersiva wê pirsê, ku çi dikare Adirbêcanê mecbûrke ku ew ji axa Ermenîstanêye dagirkirî derkeve, Koçaryan gotîye: “Qewatbûna welatê me, qewatbûna sîstêma meye ewlehkarîyê, her roj gerekê hişyarbin û wan pirsa mîyaserkin, kîjan ewlehkarîya welatê me didine qewatkirinê”.

“Zîyana me heye û em her roj gerekê dor-berên ewlehkarîyê bidine qewatkirinê”,- Koçaryan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button