Bi sernavê “ Qerebaxa Çîya, mîrata ermenîye bin qezîyayêda” pêşengeha derva li meydana Parîzêye Bastîlê hatîye vekirinê /wêne/
Li meydana Parîzêye eyan Bastîlê ji alîyê şaredarîya Parîzê û organîzeya katolîkda, bi sernavê “ Qerebaxa Çîya, mîrata ermenîye bin qezîyayêda” pêşengeha derva hatîye vekirinê, armanca kîjanêye sereke ewe ku 30 wêneyên mîrata Qerebaxêye dîrokî, ya ermenî raberkin.Derheqa wê yekêda ji baylozxana Ermenîstanêye li Fransîyayê elam kirine.
“Nava axaftina vekirina pêşengehêda, bayloza Ermenîstanêye li Fransîyayê Hasmîk Tolmacyanê razalixî elamî şaredarîya Parîzê û organîzeya katolîk kirîye, wekî ew her dem li rex Ermenîstanê û cimeta ermenî bûne û teşkîlkirina pêşengehê hema nîşana wê yekêye.
Bayloza Ermenîstanê daye dîyarkirinê,wekî piştî paqijkirinên êtnîkîye li Qerebaxê, Adirbêcan niha gava diavêje ku rêça dîroka ermenîye hezarsale bide tunekirinê, şedetîya kîjana hema wêneyên dêra û heykela didin”.