Ermenîstanê 178 mîlyard diram derbazî byûcêya Yekîtîya Avrasîyayêye Êkonomîkî kirîye, lê ji wêderê jî 73 mîlyard diram stendîye
Sala 2023 a Ermenîstanê 178 mîlyard diram derbazî byûcêya Yekîtîya Avrasîyayêye Êkonomîkî kirîye, lê ji wêderê jî 73 mîlyard diram stendîye. Derheqa wê yekêda cîgirê serokê komîtêya kara dewletê, Karên Tamazyan wextê pirêss-konêfêransê gotîye.
“Çawa ku hûn zanin,bacên ku ji Ermenîstanê tên hildanê, derbazî byûcêya tomerî, ya Yekîtîya Avrasîyayêye Êkonomîkî dikin û ji wêderê jî li gorî para Ermenîstanê 1,22 selef tê û derbazî byûcêya dewleta Ermenîstanê dibe.Wî alîda sala 2023 a, ji alîyê Ermenîstanêda 178,5 mîlyard diram derbazî byûcêya tomerî bûye, lê Ermenîstanê jî ji yekîtîyê 732 mîlyard diram stendîye”,- ewî gotîye.
Bi gotina Tamazyan nava vê govekêda zêdayî nava mecalên transportê, têknîka kompyûtêra, cigara, alkoholê û cêrge govekên mayînda hatîye kifşê.