H’emû nûçeSereke

Dîyarkirina sînoraye di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanêda gerekê li ser xerîtên li ser bingeha  hiqûqî bê mîyaserkirinê: parlamêntvan

 Parlamêntvanê ji fraksîya “Peymana sîvîl” Gêvorg Papoyan derheqa elametîya serokê Adirbêcanê Îlham Elîyêvda xeberdaye, bi kîjanê ewî gotîye, ku Adirbêcan xerîtên ji alîyê ermenîyada pêşnîyarkirî înkar dike. Papoyan daye dîyarkirinê,wekî bona Ermenîstanê ew yek tiştê qebûlkirinê nîne, lê serda zêde kirîye ku heger usaye, wî çaxî Adirbêcan gerekê xerîtên usa raberke, bingeha kîjanaye hiqûqî heye.

“Hûn dibêjin,wekî  Adirbêcan xerîtên pêşnîyarkirî înkar dike. Wî çaxî Adirbêcan gerek xerîtên usa pêşnîyarke, bingeha kîjanaye hiqûqî  heye. Bingeha hiqûqî gerekê hebe ew dokûmênt gerekê ya fermîbe, lê ne ku xerîta ji alîyê dîrokzanada  kişandî.Raberkirina xerîta wî cûreyî dikare şerê nû pêşda bîne.Eva  tabîya meye”,- Papoyan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button