H’emû nûçeSereke

Îranzan: bona Îranê rîya here bêqezîya, ya berbi bakûr nava Ermenîstanêra derbaz dibe

Bona Îranê rîya here bêqezîya, ya berbi bakûr nava Ermenîstanêra derbaz dibe. Derheqa wê yekêda serokê fonda pêşkeftina hevkarîya Ermenîstanê û Îranê Pûya Husêynî gotîye.

Ewî şirove kirîye,wekî Îran naxweze Adirbêcanêva girêdayîbe, ya ku xwe gîhandîye tifaqa dijî Îranê û dijmina Têhranê, Îsrayêlêra hevkarîyê dike.

“Ermenîstan çiqasî zû beşa xweye çêkirina rê ser hevda bîne, wê ewqasî baştirbe. Îranê çawa welatê tranzît Ermenîstanê  bide pêş.

Rûsîya û Hindistan nava vê projeyêda hewaskarin. Feqet gelek tişt Ermenîstanêva girêdayîne ku ew rê lez bê çêkirinê.

Çêkirina korîdora nava Adirbêcanêra, wê çend sala bikişîne. Rêyên Îranêye başqe jî, yên berbi bakûr usa jî nava behra Kaspîyêra hene”,- Huseynî gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button