H’emû nûçeSereke

Kontaktên di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanêda hindik, yan gelekbin, aktîvin: Paşînyan

Kontaktên di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanêda hindik, yan gelekbin, aktîvin.

“Armênprpêss” ê ragîhandîye, wekî derheqa wê yekêda serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan wextê civîna partîya “Peymana sîvîl”, gotîye dema ku ewî drheqa pêvajoya aşîtîyêda xeberdaye.

“Nava wî wedeyîda hevdîtinên cûre-cûre qewimîne. Niha kontaktên di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanêda hindikbe, yan gelekbe, aktîvin. Bi taybetî kontakt di navbera admînîstrasîya min û serokê Adirbêcanêdanin”,- serokwezîr gotîye.

Bi wê yekê 7 ê kanûnê elametîya tevayî hatîye qebûlkirinê, nava encamên kîjanêda 32 dîlên ermenî  vegerîyane Ermenîstanê.

“Têma xebatê niha li ser têksta peymana aşîtîyêye”,-Paşînyan gotîye.

Serokwezîr gotîye wekî herdu alî li ser têksta peymana aşîtîyê dixebitin û bi hevra dişînin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button