H’emû nûçeSereke

Tabîya Êrdogan dikare Îsrayêlê mcbûrke ku ew komkujîya Ermenî naske: Satanovskî

Diqewime parlamênta Îsrayêlê derheqa komkujîya Ermenîda yan elametîyê, yan jî dokûmêntê qebûlke. Derheqa wê yekêda serokê înstîtûta rûsî, ya Rojhilata Navîn Yêvgênî Satanovskî gotîye NEWS.am  ê .

“Êrdogan hemû tişt kir, ku heleqetîyên tirka-îsrayêlîya bide qerimandinê. HAMAS  beşeke teşkîleta “Birayên musulman” e.Xêncî Gazayê, cîhê maynî tek-tenê yê ku ji alîyê “ Birayên musulmanda” tê serkarîkirinê, ew Tirkîyaye. Partîya Êrdoxan jî beşeke wê teşkîletêye”,-ewî gotîye.

Bo wê yekê jî Êrdogan piştgirî daye û wê piştgirîyê bide HAMAS ê”,- Satanovskî dibêje.

Ewî bîr anîye,wekî du tifaqdarên hîmlî, yên HAMAS ê Îran û Qeterin.

“Dikare usa bibe wekî tabîya Êrdogan Îsrayêlê mecbûrke ku ew komkujîya Ermenî naske û ew yek wê bi heqîbe”,- Satanovskî gotîye.

Em bîr bînin,wekî van axirîya wezîrê Îsrayêlêyî karên der Îsrayêl Kas gotibû wekî Tikrîya welatekî usaye, yê ku komkujîya cimeta ermenî mîyaser kirîye û serokê Tirkîyayê jî difikirî ku dinîyayê bêdengbe.Wezîr usa jî gotibû wekî komkujîya cimeta ermenî û ne jî qetilkirinê kurda nehatine bîrkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button