H’emû nûçeSereke

Van rojên nêzîkda 8 xerîtên deştên maynkirî wê derbazî alîyê azêrîya bikin: ewlehkarîya miletîyê

Komara Ermenîstanê aminaya xweye hindava  rojeva aşîtîya tevî Adirbêcanê dide kifşê û bi hesabhildana armancên hûmanîtarî 12 ê hezîrana sala 2021 ê, paşê jî 3 ê tîrmehê, 19 ê cotmehê, 1 ê mijdarê û 29 ê mijdarê, bêyî tu qewil-qirara 902 xerîtên deştên maynkirîye li Qerebaxê dane wekîlên Adirbêcanê.

“Piştî vê gava yekalî, komara Adirbêcanê êrîşa înformasîyon dijî Komara Ermenîstanê destpê kirîye û Ermenîstanê bona wê yekê gunehkar dike ku xerîtên netam û nerast dane Adirbêcanê.Ev yek bi armanca propaganda dijî Ermenîstanê tê kirinê.

Wekîlên Komara Ermenîstanê gelek cara elam kirine,wekî bin destê Ermenîstanêda xerîtên ji wana baştir tunene.Ev xerîtên ku dane jî, bi destî qulixçîyên Qerebaxêye leşkerî hatine destanînê.

Van dawîya çapemenîya Adirbêcanê belav kiribû,wekî çend cara rûyê teqîna maynada, welatîyên Adirbêcanê zîyanê ketine.Nava encamên hevraxeberdanên dualîda pevketin hatine destanînê, ku gavên anegor bona çêkirina aminaya di navbera herdu welatada  gav bêne avîtinê û bo wê yekê jî qulixdarîya ewlehkarîyê nava çarçoveya qulixçîyên Qerebaxêye lêpirsîyar destpê kirîye, nava encamên kîjanêda 8 xerîtên nû hatine dîtinê.

Nava rojên nêzîkda ew xerîte wê kanalên xebatê derbazî alîyê Adirbêcanê bikin. Kopyayên wan wê bidine hevkarên navneteweyî”,-nava elametîya ewlehkarîya miletîyêda hatîye gotinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button