H’emû nûçeSereke

Adirbêcan şerê êkonomîkî dijî Ermenîstanê mîyaser dike: Vardan Chanyan

Van axirîya Adirbêcanê cedandinên xweye bona teribandina pêşkeftina êkonomîka Ermenîstanê daye aktîvkirinê. Derheqa wê yekêda,wextê gotûbêja klûba rojnamevanên êkonomîkî, serokê yekîtîya mêtalûrga Vahan Chanyan gotîye.

“Van axirîya, nava sala dawîda, Adirbêcan girêdayî êkonomîka Ermenîstanêra gelekî aktîv bûye.Nava rojên pêşinda emê ji navê yekîtîya xwe elametîyê belav bikin.Ew wan çiqlên senayê, ênêrgêtîkayê û yên mayîn dikine hedef, kîjan bona êkonomîka Ermenîstanê girîngin.Civaka me gerekê bi gavên tevayî bicêribîne rîskên girêdayî hedefkirina Adirbêcanêva bide kêmkirinê”,- Chanyan gotîye.

Ew têra dibîne,wekî şerê Adirbêcanêyî wî cûreyî wê femdarîyêva girêdayîye, wekî Ermenîstan bi asta êkonomîkîva dora wanra derbaz bûye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button