H’emû nûçeSereke

Bekû pirsa merivên bêser-berate undabûyî bona tehsîra xweye ser Ermenîstanê dide xebatê: wezîrê Arsaxêyî karên derî berê

Salên 1990 î him Adirbêcanê û him jî Arsaxê mayn cîhwar dikirin. Piştî şêr him Ermenîstanê û him jî Arsaxê bona bêqezîyakirina wan cîhya gav avîtin.Adirbêcanê gavên bona pêşîgirtina wê yekê diavaîtin. Derheqa wê yekêda wextê qisa tevî NEWS.am ê, wezîrê Arsaxêyî karên derî berê Karên Mîrzoyan gotîye.

Ewî şirove kirîye,wekî teqîn li wan cîha diqewimin, bona kîjana ne  cem Ermenîstanê, ne jî cem Adirbêcanê xerîtên deştên maynkirî tunene.

Bi gotina wî, xerîtên ku ji alîyê qulixdarîya ewlehkarîya miletîyê hatine dîyarkiritnê, li ser hîmê nîşandayînên meriva hatine amadekirinê.

Mîrzoyan serda zêde kirîye,wekî pêvajoya bêqezîyakirina mayna gerekê bi hevra bê mîyaserkirinê û ew gerekê nebe pirsa sîyasî.

“Bekû pirsa merivên bêser-berate undabûyî werguhêzî mecala sîasî dike û wê yekê dixweze çawa mecala hukumkirinê li ser Ermenîstanê bide xebatê”,-ewî gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button