H’emû nûçeSereke

Ermenîstanê projeya “Xaçerêya aşîtîyê” wextê civîna învêstîsîyon, ya Glօbal Gateway ê raber kirîye

Ermenîstanê projeya “Xaçerêya aşîtîyê” wextê civîna învêstîsîyon, ya Glօbal Gateway ê raber kirîye, ya ku li Bryûsêlê pêk hatîye.Proje ji alîyê cîgirê wezîrê Ermenîstanêyî serkarîkirina sîstêma Armên Sîmonyan raber kirîye.

Cîgirê wezîr gotîye,wekî prînsîpa progiramêye hîmlî ewe wekî hemû sîstêm, nava wanda rêyên hesinî, rêyên hewê, lûle, xetên êlêktrîkî gerekê bin serkarîkirina wan welatadabin, kîjanara ew derbaz dibin.

Beşdarî civînê bûne cîgirên wezîraye ji Asîya Navîn, Qafqasîya Başûr û Tirkîyayê, ji welatên endamên Yekîtîya Avropayê. Li wir usa jî pisporên kompanîyayên învêstîsîyon amade bûne.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button