H’emû nûçeSereke

Îran guhartina sînorên gêopolîtîkîye li herêmê çawa tiştê qebûlkirinê hesab nake: Kemal Xarazî

Baylozxana Îranêye li Ermenîstanê elametî belav kirîye û daye dîyarkirinê,wekî şêwirmendê rêberê Îranêyî ruhanî, yên pirsên pêwandîyên der Kemal Xarazî rastî pispor û rewşanbîrên ermenî hatîye.

Nava elametîyêda  hatîye dîyarkirinê,wekî Xarazî nava axaftina xweda derheqa pêwandîyên Îranê û Ermenîstanêye dîrokîda xeberdaye û daye dîyarkirinê,wekî merem ewe, ku wan pêwandîya bidine kûrkirinê.

“Îran piştgirîê dide serbestîya hemû welatên herêmê û yekîtîya axa wan. Îran guhartina sînorên gêopolîtîkî çawa tiştê qebûlkirinê hesab nake”,- Xarazî gotîye.

Ewî daye dîyarkirinê,wekî Îran çawa welatê tranzît amadeye hemû mecalên  êkonomîkî û zanistî bona pêşkeftina herêmê bide xebatê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button