SerekeSîyasî

Li Rojavayê Kurdistanê krîzeya av, gaz û êlêktrîkê bi xwe re krîza bêkarîyê jî anî

Gorî ajansa nûçeyan, ya Rûdawê, wêstgehên Rojavayê Kurdistanê ji ber êrîşên Tirkîyayê ji kar ketine û di encamê de herî kêm 5 mîlyon welatî bê av, êlêktrîk û gaz mane.

Herwiha ev êrîş bûn sedem ku gelek welatîyên Rojavayê Kurdistanê bê kar bimînin.

Navçeyên Rojavayê Kurdistanê û bakûrê rojhilatê Sûrîyayê demeke dirêje rastî topbaran û bombebaranên artêşa Tirkîyayê dibin.

Di encamê de, zîyaneke mezin gihîşte jêrxaneyên xizmetgûzarîyê yên wan navçeyan.

Li gorî rêveberîya xweser, di navbera 13 û 15 ê kanûna  sala 2024 an de, balafirên şer yên Tirkîyayê hemû pêgehên ênêrjîyê yên Rojavayê Kurdistanê kirine armanc.

Di encamê de hemû sêntral û sazîyên xizmetgûzarîyê yên bajar û bajarokan ji sedî sed ji kar ketine.

Herî kêm 5 mîlyon kes bê av, êlektrîk û gaz mane.

Tê texmînkirin ku zîyana madî jî zêdetirî yek mîlyard dolarî ye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button