H’emû nûçeSereke

Armanca wezîreta Ermenîstanêye parastinê ewe ku fermandarîya parastina cîh bide xebatê: wezîr

Armanca wezîreta parastinê heye ku nava qanûndarîyêda guhartin bê kirinê û fermandarîya parastina cîh bê xebitandinê.Derheqa wê yekêda wezîrê Ermenîstnêyî parastinê Sûrên Papîkyan wextê hevpeyvînva tevî têlêvîzîyona Civakî gotîye.  

“Nava wê fermandarîyêda usa jî ofîsêrê leşkerî wê hebe, yê ku wê binelîya amade bike.Ewê jî bizanibin, ku fermandarê wan kîye û li kîderê gerekê mîsîya xwe bidine mîyaserkirinê.Nava vê pirsêda em gerekê bona hemûya wekehevtîyê bidine çareserkirinê”,-ewî gotîye.

Papîkyan usa jî serda zêde kirîye wekî pirsgirêkên girêdayî projeyêra jî hene:

 “Em vî alîda dixebitin. Bona qulixa leşkerî amadebûn ser dereca nimize.Gelek meriv bi rêyên cuda-cuda ji qulixê xwe dûr digrin.Girêdayî vê yekêra, teslîmkirin dane hemû organên cabdar.Me pirs danîye pêşîya xwe ku dereca şerkarîyê nava cimetêda bidine bilindkirinê. Salên derbazbûyî me xebatên wî cûreyî kirine û emê pêşerojêda jî berdewam bikin”,- wezîr gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button