Polîtbyûroyên Partîya Kurdistanêye Dêmokratîk û Yekîtîya Niştîmanên Kurdistanê 4 ê sibata sala 2024 a li bajarê Silêmanîyê civîyan û piştî daxuyanîyek hevpar hate belavkirin.
Di daxuyanîyê de hat gotin: “Di civînê de rewşa sîyasî û aborî ya navçeyê, pirsgirêkên çaresernebûyî yên li gel hukumeta fêdêral bi giştî, bûdce, debar û mûçeyên karmendan bi taybetî ji alîyekî ve û hilbijartinên encûmenên parêzgehan ji alîyekî din ve hatin gotûbêjkirin û piştî danûstandina nêrînan û berçavgirtina berjewendîyên bilind yên neteweyî û niştimanî, li ser van xalan lihev kirin:
1. Herdu alî hevnêrîn bûn di vê qonaxê de ji bo berjewendîyên xelkê parêzgeha Kerkûkê bi hemû pêkhateyên wê ve, parêzgarekê kurd ji bo xizmetkirina xelkê bajar û bajarokan, bê destnîşankirin.
2. Herdu alî li ser wê yekê hevnêrîn bûn ku erkê Yekîtîya Niştîmanên Kurdistan , Partîya Kurdistanêye Dêmokratîk û hemû alîyên Kurdistanî ye ku qewareya Herêmê biparêzin û destkeftên şoreş, têkoşîn û xwîna şehîdên Kurdistanê biparêzin.
3. Ji bo çareserkirina kêşeyên sîyasî û aborî yên Herêmê bi hökömeta fêdêral re di asteke bilind de, divê her du alî hewla çareserkirina pirsgirêkan bi giştî û jîyan, xizmetguzarî, bûdce û mûçeyan bi taybetî bidin.