H’emû nûçeSereke

Baylozê Îranê elam kirîye wekî himberî Adirbêcanê rîya Ermenîstanêye berbi  behra Reş heye

Heger em rêyên nava Adirbêcanê û Ermenîstanêra, yên ku berbi behra Reş diçin himberî hevdu bikin, emê bibînin wekî nava Ermenîstanêra dikarin du roja zûtir bighîjine wir. Derheqa wê yekêda baylozê Îranêyî li Ermenîstanê Mehdî Sobhanî, gotîye rojnamevana.Bona bilindkirina aktîvîya rîya nava Ermenîstanêra, gerekê qanûna biguhêrin, bacên gumrikê bidine kêmkirinê, rêyên nû çê bikin, yan jî yên heyî bidine başkirinê,-dîplomat gotîye.

Ewî daye dîyarkirinê,wekî pêşerojêda hevdîtina dêlêgasîyayên herdu welata hatîye plankirinê û ewê bona wê yekê bixebitin.

“Bona Îranê Ermenîstan rîya berbi bakûr û behra Reşe. Lê bona Ermenenîstanê, Îran  rîya berbi başûre”,- bayloz serda zêde kirîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button