H’emû nûçeSereke

Ji bo parastina xwarinên neteweyî “Embara  xwarinan” hat çêkirin

“Mîrasa çandî ya nemadî ya Komara Ermenîstanê” de binbeşeke nû ya bi sernavê “Embara xwarinan” hatîye zêdekirin, ku di encama envantera pêşîn ya xwarinên civatên Ermenîstanê de hatîye berhevkirin.

160 sûdmendên 40 gund, 20 gund û 7 bajarokên 50 komînên 10 parêzgehên  Ermenîstanê beşdarî pêvajoyê bûn. Nêzîkî 250 hêmanên xwarinên neteweyî yên ermenîya û êzdîya hatin tomarkirin. Sazîyên dewletî û sivîl, pargîdanîyên taybet yên pîşesazîya xwarinê û kesayet beşdarî envanterê bûn.

Armanca vekolînê komkirina xwarinên neteweyî yên heyî yên di civakên Ermenîstanê de bû, ne tenê ji bo parastin û veguhestina vê forma mîrasê, lê her weha zindîbûn, belavkirin wê. Di heman demê de ew ê beşdarî pêşkeftina aborî û domdarîya tûrîzmê û civakan bibe.

Ji bo mîsogerkirina bandorkerîya pêvajoyê, “Embara xwarinan” dê bi berdewamî bi hêman û vîdyoyên nû yên li ser xwarinan  bi nûva kirin, ku beşdarî hişyarîya gel, parastin û karanîna xwarinên neteweyî bibe.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button