SerekeSîyasî

Li Efrînê teqînekê rû da.. birîndar hene

Jêderekî ji bajarê Efrînê ji K24 ê re got, danê êvarê motorsîkleke bombekirî li nêzîk qada Newroz ya Efrînê teqîya û di encamê de hejmarek kes birîndar bûn.

Ji alîyê xwe ve berevanîya sîvîl ya Sûrî belav kir, di encama teqînê de 4 kes birîndar bûne û tîmên wan çareserîyên destpêkê ji birîndaran kirin.

Li gorî zanyarîyan grûpa “Polîsa leşkerî” zarokeke birîndar û kesekî din girt û bi wan re dest bi lêkolînê kir.

Ji dema dagîrkirina Efrînê ji alîyê artêşa Tirkîyayê û grûpên çekdar yên ser bi wê ve di adara  sala 2018 a de, rewşa ewlehîyê bi yekcarî têk çûye û gelek caran li bajêr teqîn rû didin û welatîyên sivîl jî dibin qurbanî.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button