H’emû nûçeSerekeSîyasî

Elîyêv çû Stêpanakêrta ku ji alîyê êtnîkîva hatîye paqijkirin, li kîderê tu kes beşdarî hilbijartina nabe: Marûkyan

Balyozê pirsên taybet yê Komara Ermenîstanê Êdmon Marûkyan li ser rûpela xwe ya X ê bersiva hilbijartinên awarte yên serokatîya Adirbêcanê daye.

“Îro Îlham Elîyêv dengdayîna xwe ya ji bo hilbijartinên awarte yên serokkomarîya Adirbêcanê li bajarê Stêpanakêrtê, Qerebaxa Çîya, organîze kir. Li gorî qanûnên Adirbêcanê, Îlham Alîyêv tu carî li Stêpanakêrtê nehatibû qeydkirin ku li wir mafê wî yê dengdayînê hebe. Li vir tiştê balkêş ewe ku Alîyêv dijî gelê aşîtîxwaz yê Qerebaxê dest bi şerekî bêserûber kir, piştra jî paqijkirinên êtnîkî yên cimeta li wir kir û ew çawa welatîyên Adrbêcanê navkir. Niha jî ew çûye bajarê Stêpanakêrtê, yê ku ji alîyê etnîkîva hatîye paqijkirin, li kîderê tu kes beşdarî hilbijartina nabe, û tevî malbeta xwe beşdarî hilbijartina bû.

Pêşda civaka navneteweyî bi bêdengî êrîşa li ser gelê aşîtîxwaz şopand, piştra jî paqijkirina etnîkî ya zêdetir ji 100 hezar kesî û paşê jî li ser daxwaza Adirbêcanê bajarê Stêpanakêrtê etnîkî çawa Xankendî nav kirin. Lê belê, li gorî hemû qanûnên navneteweyî, bêyî biryara gelê herêmê nav nayêne guhertinê.Lê gelo gilî derheqa çidane, dema ku niha ew amade dibin wê dengdayînê qebûl bikin, li kîderê paqijkirinên êtnîkî hatine kirinê, hindava wan kirinên Adirbêcanê jî bêdeng bimînin?”,- Marûkyan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button