H’emû nûçeSereke

Derketina ji Yekîtîya Avrasîyayêye Êkonomîkî wê dijî berjewandîyên Ermenîstanê bûya: cîgirê wezîrê Rûsîyayêyî karên der

Derketina ji Yekîtîya Avrasîyayêye Êkonomîkî wê dijî berjewandîyên Ermenîstanê bûya, wê Ermenîstanêra dest neda. Derheqa wê yekêda cîgirê wezîrê Rûsîyayêyî karên der Alêksandr Pankîn wextê hevpeyvîna tevî “RÎA Novostî” yê  gotîye.

Ji 1 ê meha  çileda serokatîya Yekîtîya Avrasîyayêye Êkonomîkî ji Rûsîyayê derbazî Ermenîstanê bûye.Bi gotina Nîkol Paşînyanê serokwezîr,Ermenîstan hevkarîya êkonomîkî berdewam dike û dide pêşxistinê û “dicêribîne” hemû cêribandinên bona  sîyasîzasîyakirina întêgrasîya avrasîyayî bide sekinandinê.

Bi gotina Pankîn, hevkarîya nava vê çarçoveyêda bona Ermenîstanê kardare û nava çend salên dawîda Ermenîstan nava çarçoveya yekîtîyêda bi encamên xwe pêş ketîye.

Destpêka meha sibatê, Paşînyan wextê civîna Avrasîyayêye hukumatî gotibû,wekî zivira eşîyaye di navbera Ermenîstanê û welatên yekîtîyêda gihîştîye 7,8 mîlyard dolarî.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button