H’emû nûçeSereke

Heger li stansîya atomî, ya modûlyar qezîya diqewime, hewcetî tune ku binelîyên dor-bera bidine derxistinê: Paşînyan

Niha têknolocîyên nû hene û pêra jî stansîyayên atomîye modûlyar hene û wextê  gotûbêjkirina raporta sala 2023 a, wekîlên komîtêya ewlehkarîya atomî tiştek gotin, ya ku bi fikira min girînge û em gerekê  bona qebûlkirina birîyara bizanibin.Derheqa wê yekêda serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan wextê civîna hukumatê gotîye.

“Ew înformasîya ewe,wekî dema ku li stansîyayên modûlyar qezîya diqewime, wî çaxî ew yek çawa bûyara lokal tê hesabê.Heger stansîya modûlyar çêkirîye û nêzîkî wê gund heye û li stansîyayê qezîya diqewime, binelîyên dor-bera ji  cîh û warên wan nayêne derxistinê.Eva alîkî têknolocîyaye başe û gelekî girînge”,- serokwezîr gotîye.

Paşînyan serda zêde kirîye wekî ev pirs li şêwira Ermenîstanêye ewlehkarîyê hatîye gotûbêjkirinê û hatîye birîyarkirinê ku gerekê bi rîya îmzekirina qayîlnivîsarên pêwîst herin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button