H’emû nûçeSereke

Her cêribandineke bona tevlîhevkirinên li Qafqasîya Başûr wê rastî berxudana meye sert bê: Sêrgêy Kopîrkîn

Her cêribandineke bona tevlîhevkirinên li Qafqasîya Başûr wê rastî berxudana meye sert bê. Derheqa wê yekêda baylozê Rûsîyayêyî li Ermenîstanê, Sêrgêy Kopîrkîn wextê hevpeyvîna tevî “Radîo Sputnik” ê gotîye.

Bi gotina wî, hêzên ku dijminatîyê Rûsîyayêra dikin, dicêribînin bi aktîvî li ser bûyarên li Qafqasîya Başûr tehsîrkin û wê yekê çawa mecala dijî Rûsîyayê bidine xebatê.

“Min îdî gotîye, dema ku min cêribandîye qîmet bidime pêwandîyên meye tomerî, atmosifêrayê û ew yek faktoreke usaye, kîjanê gerekê hesab hildin û ew yek fesalbûnê pêşda tîne.Feqet ez diwekilînim û ez hêvîdarim, ew çi ku me dike yek, ew berjewandîyên meye miletîyêva girêdayîye û ewê diha bi hêzbe, ne ku cêribandinên bona xirabkirina pêwandîya, usa jî cêribandinên bona  teribandina rola Rûsîyayêye li Qafqasîya Başûr”,- baylozê Rûsîyayê gotîye.

Sêrgêy Kopîrkîn daye dîyarkirinê,wekî tabîya Rûsîyayêye nava vê pirsêda yeke, çimkî Qaqasîya Başûr bona Rûsîyayê herêma girînge.

“Rûsîya li Qafqasîya Başûr rola girîng dilîze  û wê bilîze, çimkî ew yek gorî berjewandîyên meye ku li herêmê aşîtî, pêşkeftin û qewînbûn hebe. Û her cêribandineke tevlîhevkirina li herêmê, wê rastî berxudana meye sert bê”,- Kopîrkîn gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button